Dera-SANA
Biryara Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan derbarê efûkirina otomobîlên ne-Sûrî yên ku di dergehê sînorî yê Nesîbê re tên ji bacên gumrikê, ji alîyê hemû Sûrîyan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Welatîyan ev gav wekî handanekê ji bo vegera koçberan û hêsankirina derbasbûna wan bo Sûrîyê dît.
Welatîyê bi navê Ehmed El-Mihemed îro Duşemê di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku ev biryar gaveke girîng e û di dema xwe ya guncav de hat, nemaze ji bo Sûrîyên koçber piştî salên dûrbûnê. Wî destnîşan kir ku vê biryarê şahî û rehetî xist dilê gelek kesan.

Ev biryar di çarçoveya rêze-pêngavên girêdayî hêsankirina hatina koçberên Sûrîyê û kêmkirina bacên gumrikê yên li ser wan de tê.