Şam-SANA
Performansa edîtorî, rêxistina îdarî, rêjeyên kar û ravekirina daneyên destekftinê… Bûn mijarên herî sereke yên serdana Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mistefa ya duh Pêncşemê, bo navenda Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrî (SANA) li Şamê.
Di serdanê de, ku gerek li ser hin beşan û gelek civîn li xwe girtin, El-Mistefa ligel rêveberîya ajansê û xebatkaran civîya, û ji nêz ve li ser birêveçûna kar di beşên curbicur ên edîtorî û îdarî de agahdar bû.
Piştî gerê, ku Rêveberê Giştî yê Ajansê Zîyad El-Mehamîd pê re bû, Wezîrê Ragihandinê civîneke berfireh ligel berpirsên rêveberîya edîtorîyê li dar xist. Di civînê de, encamên karê beşên cuda di çaryeka yekem a îsal de, tevî astengîyên sereke û rêyên pêşxistina performansê hatin nirxandin.
Di dema hevdîtinê de, Wezîr El-Mistefa nêrîna Wezareta Ragihandinê ya ji bo pêşxistina karê ajansê şirove kir. Wî tekezî li ser piştgirîya berdewam a wezaretê bo ajansa SANAyê kir, da ku bikaribe xizmetên nûçeyan ên ku di asta ajansên nûçeyan ên cîhanî de ne pêşkêş bike. Her wiha bawerîya xwe bi şîyana kadroyên ajansê di bicihanîna vê nêrînê de anî ziman.