Şam-SANA
Rêveberê Têkilîyan di Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan de, Mazin Elûş dîyar kir ku rêwîyên ku neçar in derbasî Libnanê bibin, dikarin niha di dergehê sînorî yê Cûsîyê re li gundewarê Himsê derbas bibin, wekî vebijarkeke berdest ji bo misogerkirina berdewamîya geşta wan.
Elûş di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya “Facebook”ê îro Yekşemê amaje pê kir ku dergehê sînorî ya Cedîdet Yabûsê ji alîyê Libnanê ve hîn girtî ye, heta demeke din.
Rêveberê Têkilîyan di desteyê de Mazin Elûş duh êvarê ragihandibû ku tevgera derbasbûnê di dergehê Cedîdet Yabûsê de bi awayekî demkî hatiye rawestandin ji bo parastina selametîya rêwîyan.