Şam-SANA
Daîreya Hişyarîya Zû û Amadebaşîyê di Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan de ragihand ku Sûrîyê dê ji sibeha Şemîyê 14ê Adara 2026an ve, bikeve bin bandora pergaleke hewayê ya nizm û çalak. Ev pergal dê bi baranên navîn û giran, bahozên birûskî yên bihêz û egera barîna teyrokê re bibe yek. Her wiha tê çaverêkirin ku barîn li ser lûtkeyên Qelemûn û Hermonê bibe berf, û bandora vê pergala nizm dê heta êvara Yekşemê berdewam bike.
Daîreyê hişyarî da li ser metirsîyên rewşa hewayê ya pêşbînîkirî û bang li welatîyan kir ku tedbîrên ewlehîyê bigirin.