Şam-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê ragihand ku hêzên rêxistina HSDê peyman binpê kirin û dewrîyeke Artêşa Sûrîyê li nêzîkî bajarê Meskenê kirin armanc, ku di encamê de du leşker şehîd ketin û çend leşkerên din jî birîndar bûn.
Desteyê amaje pê kir ku artêş ketîye parêzgeha Reqayê, û serdestîya xwe li ser bajarokê Dibsî Efnanê li rojavayê parêzgehê bi cih kirîye.
Hêzên Artêşa Sûrîyê pêşveçûn û ketina herêman berdewam dikin bêyî ku endam û wesayitên rêxistina HSDê bikin armanc, li gorî tiştê ku Desteya Operasyonan duh ragihandibû piştî ku rêxistina HSDê vekişîna hêzên xwe ji herêma rojavayê Firatê ji saet 7ê sibehê ve ragihandibû.