Şam-SANA
Wezîrê Dadê yê Sûrîyê Mezher El-Weys, duh Pêncşemê, ligel Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Şamê Cibêr Şelal Eqab civîya.
Wezareta Dadê bi rêya kanala xwe ya Telegramê ragihand ku di hevdîtina ku li avahîya wezaretê li Şamê pêk hat de, behsa mijarên hevbeş û xurtkirina hevkarî û hevahengîyê di warên yasayî û dadwerî de hate kirin.
Ev hevdîtin di çarçoveya hewldanên Wezareta Dadê de ji bo berdewamkirina hevahengî û şêwirê tê, bi awayekî ku bibe alîkar di xurtkirina peywendîyên biratîyê yên di navbera her du welatan de.