Şam – SANA
Sazîya Giştî ya Veguhastina Rêwîyan pakêteke rêkarên nû ragihand ku armanca wan birêxistinkirina karê sektora taksîyan e, bi awayekî ku beşdarî baştirkirina kalîteya xizmetguzarîyê û kontrolkirina bihayan bibe.
Rêveber Umer Qettan rêkarên birêxistinkirina veguhastinê ragihandin ku ev in: Çalakkirina saetên zîrek û girêdana elektronîk, danîna stîkerên taybet ji bo otomobîlên bimolet, destpêkirina sepana kirêyê (GPS), û pêşxistina pergala gilîyên welatîyan ji bo bihêzkirina şefafîyet û ewlehîyê.
Şofêr û xwedîyên “taksîyan” li Şam û gundewarê wê roja Duşemê xwenîşandanek li dar xistin; ji bo daxwaza birêxistinkirina sektora veguhastinê, kontrolkirina wesayîtên bêmolet û sepanên elektronîk ên ku bandoreke neyînî li ser dahata wan kirine.