Parêzgeh-SANA
Di encama heft bûyerên trafîkê de ku tîmên Berevanîya Sivîl di Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a Sûrîyê de, di nava bîst û çar saetên borî de li parêzgehên cuda bersiv dane wan, sê kesan jîyana xwe ji dest da û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Berevanîya Sivîl bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Înê dîyar kir ku alîkarîyên destpêkê ji bo birîndaran hatin pêşkêşkirin berî ku ji bo dermankirinê ber bi nexweşxaneyan ve werin veguhastin, her weha termên mirîyan ji bo pizîşkîya dadê hatin veguhastin da ku li gorî rêbazan radestî malbatên wan werin kirin.
Her weha Berevanîya Sivîl bang li ajovanan kir ku leza xwe kêm bikin û hişyar bin.