Homs-SANA
Tevgereke xurt û amadebaşîya tam a kadroyên dergehê sînorî yê Cûsîyê li Himsê bi şev û roj peyda bûye, ji bo pêşwazîkirina bi hezaran Sûrî û Libnanîyên ku ji ber girankirina êrîşên Îsraîlê li ser Libnanê û girtina dergehê Cideydet Yabûs vedigerin.
Rêveberîya dergeh tekez dike ku ew hêsankarîyên qanûnî, xizmetên bijîşkî û hawarçûnê pêşkêş dike, her wiha veguhestina belaş ji bo rêwîyan peyda dike da ku tevgera rêwîyan bi awayekî herikbar be.
Geştyaran, ku di nav wan de Henîf Mistefa Memo yê ji Efrînê heye, tevî zexta zêde, kêfxweşîya xwe li hember lezbûna rêkarên qanûnî û pêşwazîkirina germ nîşan da. Li alîyê din jî, tekezî li ser amadebûna dergeh ji bo xebata bi karîna xwa ya herî bilind heta vekirina dergehên din, hat kirin.


