Şam -SANA
Şaxê Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir li parêzgeha Himsê, hewldaneke qaçaxîya barekî mezin ê madeyên hişbir têk bir, dema ku qaçaxçîyan dixwest wî ji Libnanê derbasî Sûrîyê bikin, da ku ber bi welatên cîran ve bibin.
Rêveberîya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir, îro Yekşemê, dîyar kir ku ev operasyon piştî lêkolînên hûrbîn bi awayekî serkeftî hate pêkanîn; di encamê de hemû barê ku ji 310 hezar hebên keptagonê yên hişbir pêk dihat hate destserkirin, her wiha bazirganê bi navê (J.M.) ku berpirsê rêvebirina torê ye, hate girtin.
Kesê hatî girtin li gel tiştên destserkirî, ji bo temamkirina lêpirsînan, eşkerekirina tawanbarên din ên bi vê torê ve girêdayî û bicîanîna rêkarên yasayî yên pêwîst dermafê wan, bo alîyên pêwendîdar hatin veguhastin.






