Şam-SANA
Wezareta Peywendî û Teknolojîyê ya Sûrîyê ragihand ku derî ji bo veberhênerên pergalên antenên belavbûyî ya hevpar (Distributed Antenna Systems – DAS) vekiriye, bi armanca baştirkirina kalîteya mobîlê li şûnên girîng û cihên girtî.
Her wiha daxwaza agahîyan a ku hatiye pêşkêşkirin, daxwaza wezaretê di kişandina alîyên herêmî û navdewletî yên pêşeng de dîyar kir, yên ku xwedî ezmûneke selmandî ne û dikarin li Sûrîyê ji bo demeke dirêj kar bikin.
Wezaretê dîyar kir ku ev însiyatîf xelekeke nû ye di rêya jinûve birêxistinkirina bazara peywendîyên mobîlê de, piştî destpêkirina pêşbazîya ji bo lîsansa operatorekî nû yê ku dê şûna yek ji operatorên heyî bigire, bi pakêteke frekansa awarte ku di asta cîhanê de yek ji berfirehtirîn pakêtan e.
Wezaretê bang li kesên daxwazker kir ku ji bo zanyarîyên zêdetir serdana rûpela daxwaza agahîyan a li ser malpera wezaretê (DASRFI.moct.gov.sy) bikin, an jî bi rêya e-posta (DASRFI@moct.gov.sy) bi wezaretê re têkilîyê deynin.