Şam – SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl bersiva 5 bûyerên ketina kelûpelên şer (dron û mûşekek) li Dera û Quneytirayê da, ku ji ber topbarana dualî ya navbera Îran û Îsraîlê pêk hatin; zîyan tenê maddî bûn.
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan banga xwe ji bo welatîyan dubare kir ku pabendî rênimayên ewlehîyê bin, bi taybetî:
Nêzîkî tu tiştên xerîb an bermayîyên ketî nebin.
Dema dengê teqînan hat, xwe li nav avahîyan biparêzin.
Ji penceran û serbanên vekirî dûr bikevin.
Li cihên ku bermayî lê ketine kom nebin û neçin wir.
Agahî bidin ser her agirekî ku ji ber ketina alavên ên şer derketiye.
Li ser her tiştekî gumanbar agahî bidin sazîyên peywendîdar.
Ji bo parastina silametîya xwe, pabendî rênimayên sazîyên fermî bin.
Li bajarokê Eyn Terma li gundewarê Şamê, 4 kes (di nav wan de 3 zarok) birîndar bûn, piştî ku bermayîyên mûşekekê ji ber derbên dualî yên Îsraîl û Îranê li wir ketin.