Şam – SANA
Wezîrê Ewqafê Mihemed Ebû El-Xeyr Şukrî planek ji bo çareserkirina “sistîya” îdarî û ji nû ve avakirina 1500 mizgeftên zirar dîtine ragihand. Wî tekez kir ku ew ji bo vegerandina milkên weqfê yên hatine talankirin û sererastkirina nirxê kirêya wan kar dikin.
Wezîrê Ewqafê planek ji bo başkirina meaşan û perwerdekirina îmaman bi rêya peymangeheke pispor ragihand, û destnîşan kir ku divê gotara olî were yekkirin da ku bibe “dergehê ewlehîyê” ku pêkvejîyan û aştîya navxweyî xurt dike.
Şukrî ragihand ku molet dane 130 dibistanên şer′î yên nû da ku hejmara wan bibe 350 dibistan, ligel derçûna 13 hezar hafizên Quranê. Derbarê mijara Hecê de, wî tekez kir ku amadekarîyên şandeya Sûrî ji bo 22 hezar hacîyan bi dawî bûne, ligel daxwaza zêdekirina pişka Sûrîyê ji alîyê Erebistana Siûdî ve. Wî her wiha dîyar kir ku paşeroja Sûrîyê bi xêr û geşbînî ye bi saya berxwedana gelê wê.