Şam-SANA
Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Hind Qebewat bi Balyozê Libnanî li Sûrîyê Henrî Qestûn re, rêyên xurtkirina hevkarîya hevbeş di navbera her du welatan di warên civakî û mirovî de gotûbêj kirin. .
Di hevdîtina ku duh Çarşemê li avahîya wezaretê pêk hat, behsa hejmarek dosyayên têkildarî penaberan, koçberîyê, rewşa karkeran û babetên aborî û dadwerî yên peywendîdar hat kirin. Di civînê de tekezî li ser giringîya hevrêzîyê û amadebûna ji bo senaryoyên cuda yên ji ber bûyer û pêşhatên dawî hat kirin.
Ev hevdîtin di çarçoveya hewldanên ji bo xurtkirina hevkarîya di navbera Sûrîye û Libnanê di warên civakî û mirovî de tê.