Şam – SANA
Her du wezaretên Ewqaf û Geşepêdana Îdarî bi rêya platforma “Îrşad”, pêşbirka “Karmendê Nimûne” dan destpêkirin, da ku jêhatîbûn û serkeftina wezîfeyî di sektora giştî de han bidin. Ev pêşbirka han bersivdayîna pirsên girêdayî wan vîdyoyan li xwe digire ku di seranserê meha Remezanê de tên weşandin.
Wezaretê dîyar kir ku ji bo her vîdyoyekê dê sê serkeftî werin hilbijartin; xelata yekem telefona mobîl e, û ji bo ya duyem û sêyem jî 50 dolar ji bo her yekî ji wan e. Platforma “Îrşad” wekî rûyê dîjîtal ê wezaretê tê hesibandin ji bo pêşkêşkirina destpêşxerî û naveroka wê bi şêwazekî nûjen di ser torên civakî re.