Şam-SANA
Çalakîyên Pêşangeha Navdewletî ya Sûrîyê ya Tekstîlê “NAS TEX 2026” ku bi serperiştîya Serok Ehmed El-Şeri’ û bi beşdarîya zêdetirî 300 şirketên ji 20 welatan li bajarê pêşangehan ê nû li Şamê hat lidarxistin, duh Sêşemê êvarkî bi dawî bûn.
Pêşangeha ku Şemîya borî dest pê kiribû, berhem û dahênanên herî nû yên di sektora tevnkarîyê de pêşkêş kirin; ji nîşandana qumaş, kelûpelên navmalê, perde û mobîlyayan bigire, ligel nîşandina makîne û amûrên çêkirina tekstîlê, rîs û madeyên xav, heta ku bigihîje çareserîyên veguherîna dîjîtal û teknolojîyên pîşesazî yên pêşkeftî
Serkeftin li ser Asta Beşdarî û Birêkxistinê
Damezrînerê Pêşangeha Navdewletî ya Sûrîyê ya Tekstîlê “NAS TEX” Fadî El-Mihêmîd di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê duh Sêşemê tekez kir ku vê gerê, li ser asta beşdarî û birêkxistinê serkeftineke mezin bi dest xistiye û li ser astên herêmî û navdewletî dengvedaneke berfireh dîtiye.
Lidarxistina Civînên Bazirganî
El-Mihêmîd bal kişand ser wê yekê ku pêşangehê platformek ji bo lidarxistina civînên bazirganî û xurtkirina têkilîyên di navbera şirketên beşdar de peyda kiriye.
El-Mihêmîd di berdewamnîya axaftina xwe de got: Ev pêşangeh her wisa di bidestxistina encamên erênî de ji bo beşdaran di warê firotin û avakirina hevkarîyan de beşdar bûye.
Li dawîyê jî hêvîya xwe anî ziman ku gera bê bibe şahidê pêşketineke mezintir, bi awayekî ku pêgeha Sûrîyê di pîşesazîya tevnkarîyê de li ser asta cîhanî xurt bike.
Guncandina bi Pîvanên Navneteweyî re
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Cîbicîkar ê pêşangehê Mihemed Bedarne tekez kir ku ev gera pêşangehê bi piştgirîya Serok Ehmed El-Şeri’ û Wezareta Aborî û Pîşesazîyê hatiye, ku ev yek bûye handerek ji bo pêşkêşkirina pêşangehekê ku li gorî pîvanên navneteweyî be û wêneyê Sûrîya nû nîşan bide.
Xurtkirina Derfetên Hevkarîyê
Bedarne li dawîyê jî got ku pêşangehê avakirina komlgeha karûbaran ji bo pêşkêşkirina zanyarîyan û bersivdana pirsên veberhêneran û hêsankirina pêwendîyên di navbera wan de li xwe girtiye. Li alîyê din jî, tekez kir ku coşdarîya mezin a li pêşangehê serkeftina wê di gihîştina armancên xwe de û xurtkirina derfetên hevkarî û veberhênanê di sektora tevnkarîyê de nîşan dide.



