Ji ber bûyerên trafîkê ku di nava 24 demjimêrên borî de li gelek parêzgehên Sûrîyê rû dan, û tîmên Parastina Sivîl yên ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan destwerdana wan kir, mirovekî jîyana xwe ji dest da, û 30 kesên din jî, birîndar bûn.
Parastina Sivîl îro Duşemê di rêya kenala xwe li ser Telegramê ragihand ku 26 bûyerên trafîkê rû dan, û di encamê de mirovekî jîyana xwe ji dest da, û 30ên din birîndar bûn. Wê destnîşan kir ku tîman alîkarîyên seretayî ji wan re pêşkêş kirin, ji bo dermankirinê ew veguhestin nexweşxaneyan, şûnmayên bûyeran rakirin, û cihên wan jî ewle kirin.
Ji hêleke din ve Parastinê ji ajokaran xwest ku leza we di dema ajotinê de kêm bikin, ji rewşa erebeyê ya teknînkî pişt rast bin, û ji pratîkên ku di dema ajotinê de balê belav dikin dûr bikevin.
Her weha tîmên Parastia Sivîl bersiva 133 şewatan, ku li mal, firoşgeh, gîya, dar, sergo, û têlên elektrîkê derketine, da. Piştre agir hate vemirandin, û cih hatin sarkirin, û diyar kir ku ti rewşên birîndarîyê nehatin tomarkirin, û zirar tenê di warê madî de bûn.
Parastina Sivîl bi bîr anî, ku divê agir li deverên daristanî û zevîyên çandinîyê neyê pêxistin, binikên çixareyan li kêleka rêyan, neyên avêtin, gîyayên hişk ên derdora malan û li kêleka rêyan neyên şewitandin.



