Şam-SANA
Sûrîyê duh Çarşemê, êrîşkarîya Îsraîlê li ser Libnanê ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi sedan kesan şermezar kir. Ev êrîş wekî binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî, mirovî û prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî hate binavkirin.
Wezareta Derve di daxuyanîyekê de duh Çarşemê, tekezî li ser pêwîstîya agirbesteke demildest û pabendbûna tam bi biryarên Encumena Ewlekarîyê yên têkildar kir, bi awayekî ku parastina sivîlan û rêzgirtina li serwerîya welatan misoger bike.
Her wiha Wezaretê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyarîyên xwe di rûbirûbûna binpêkirinan de bi cih bîne. Wezaretê dîyar kir ku Sûrîyê piştgirî û hevxebata xwe ya tam bi Libnanê re dûpat dike û piştgirîya hewldanên hikûmeta Libnanê dike ji bo berfirehkirina desthilatdarîya xwe li seranserî axa Libnanê û komkirina çekan di destê dewletê tenê de.