Şam -SANA
Wezîrê Karên Hundir Enes Xetab, ragihand ku wan zêdetirî 150 hezar tedbîr ji datadanka Rêveberîya Koçberî û Pasportan rakiriye, piranîya van tedbîran astengîyên bi destê hêzên ewlekarîyê yên serdema rejîma têkçûyî bûn. Ev rakirin ji bo sivikkirina barê welatîyan e da karibin bi rihetî rêwîtîyê bikin.
Xetab dîyar kir ku komîteyeke pispor a ku ji Rêveberîya Zanyarîayn, Lêpirsîna Tewankarî û Koçberî û Pasportan pêk tê, bi hevkarîya Wezareta Berevanîyê û ya Dadê, çavdêrîya pêvajoya rakirina van tedbîran dikin.
Wezîrê Karê Hundirîn her weha destnîşan kir ku ev gav temamker e ji Fermana Hejmar 20 re, a ku nêzî 4 mîlyon û 700 hezar tedbîrên têkildarî veqetîna leşker û karmendan ji rêjîma berê û kesên ji ber leşkerîya neçarî revîyabûn, an jî yên qedexeyên rêwîtîyê ji ber sedemên ewlekarîyê li ser wan hebûn, rakirin. Bi vê yekê, hejmara giştî ya tedbîrên rakirî ta niha gihîştiye 4,850,719 tedbîran.
Her weha piştrast kir ku rakirina tedbîran berdewam e ta rakirina tevaya astengîyên neheq, di dema ku ofîsên gilî û gazindan ji bo wergirtina daxwazên lezgîn ên rakirina qedexeyên rêwîtîyê amade ne.