Şam-SANA
Wezîrê Hundirîn Enes Xetab, ligel şandek ji nûneratîya Desteya Nêvdewletî ya Xaça Sor li Sûrîyê (ICRC), rewşa tenduristî û mirovî li kampa Holê li Hesekê, her weha rewşa zindanên ewlehkarîyê yên ku wezaretê dema dawî ji rêxistina HSDê li parêzgehên Reqayê û Hesekê wergirtine, gotubêj kirin.
Her weha di hevdîtinê de rêkxistina mekanîzmayên kar û hemahengî di navbera Wezareta Hundirîn û Desteya Nêvdewletî ya Xaça Sor de hat gotûbêjkirin, bi awayekî ku cîbicîkirina erkên mirovî li gorî çarçoveyên yasayî yên pejirandî garantî bike, û daxwazên rastîya meydanî li ber çavan bigire.