Îdlib-SANA
Rêveberîya Çandinîyê ya Îdlibê, hemleya serjimarîya ajalên xwedîkirinê li navçeyên cihêreng ên parêzgehê berdewam dike, ya ku di 11ê vê mehê de bi beşdarîya 74 komîteyan dest pê kiriye.
Alîkarê Rêvebirê Çandinîyê Ebdulqadir Himêdî, dîyar kir ku armanca vê hemleyê komkirina daneyên rast û durust derbarê hejmara ajalan de ye. Ev dane dê di dîyarkirina polîtîkayên piştgirîyê de werin bikaranîn, bi taybetî ji bo dabînkirina êm, vaksîn, xizmetên veterînerî û bernameyên geşepêdanê, da ku lêçûnên xwedîkirina ajalan kêm bibin û rêxistina vî sektorî baştir bibe.
Himêdî tekezî li ser girîngîya hevkarîya xwedîyên ajalan bi tîmên meydanî re kir, da ku piştgirî bigihîje kesên heq dikin. Hemle dê 20 rojan bidome û îsal hatîye dubarekirin û di 31ê mehê de bi dawî bibe. Di hemleyê de 67 komîteyên meydanî, 7ên şopandinê û yeka navendî cih digirin.
Encamên vê serjimarîyê dê bibin alîkar ji bo piştgirî bi awayekî dadperwer û dûrî hejmarên sexte were dabeşkirin. Hêjayî gotinê ye ku serjimarîyên sala borî bi sedên hezaran serîyên pez, dewar û bizinan qeyd kiribûn.