Şam-SANA
Muftîyê Giştî yê Komara Sûrîyê Şêx Usama El-Rifaî, bang li zana û gelê Kurd kir ku peyva xwe bikin yek û pabendî girêdana olî bin û xwe ji dabeşbûnên hizbî û kînên neteweyî dûr bixin.
Şêx El-Rifaî di peyamekê de ku di hevdîtineke taybet ligel SANAyê ji bo alim û zanayên olî yên Kurd şand, pesnê payedarî û rola van alim û zanayan di warê bangewazîyê de da û got: “Tu tişt bandorê li vê girêdanê nake, û tu hizbayetî, nijadperestî, neteweperestî yan tevgerên ku raman, agahî û bîrdozîyan ji rojhilat û rojavayê tînin, vê girêdanê hilnaweşînin.”
Muftî Rifaî tekez kir ku “hêza herî mezin” ku dikare were bidestxistin ew e ku peyva alim û zanayan bibe yek û ew “li ser dilekî bin û ber bi armanceke hevgirtî ve biçin ku ew jî serxistina ola Xwedê ye.”
Şêx El-Rifaî ji alim û zanayên Kurd re got: “Di nav we de alim û zanayên mezin û bangewazên bibandor hene ku mirovan ji tarîyê ber bi ronahîyê ve dibin û bandoreke wan a zelal û dîyar li ser gelê Kurd heye, spas ji Xwedê re.”
Muftîyê Sûrîyê peyva xwe bi vî rengî bi dawî kir: “Em birayên we, hezkirîyên we, hevalên we ne û her wiha xizmetkarên we ne… Ez silavên hemû alim û zanayên Şamê, piştgirî, hezkirin û hêza wan a di piştevanîya we de digihînim we. Bila em hemû di çespandina ola Xwedê de bibin yek dil, yek peyv û yek dest.”