Şam-SANA
Wezareta Çandinîyê ya Sûrîyê hişyarî da cotkaran derbarê pêleke serma û qeşayê di nav asta navîn û dijwar de ku ji îro Duşemê ve dest pê kiriye û piranîya herêman li xwe digire. Li gorî Rêveberîya Giştî ya Keşnasîyê, ev pêl dê rojên Sêşem û Çarşemê bigihîje lûtkeya xwe û roja Pêncşemê qels bibe. Wezaretê tekez kir ku ketina qeşayê yek ji dîyardeyên herî xeternak e bo çandinîyê, ji ber ku zirarên rasterast digihîne kulîlk, fêkî û şitilên nû.
Rêveberê Rêveberîya Çandinîyê Rebî’ El-Hesen, bang li cotkaran kir ku tedbîrên parastinê bigirin, mîna germkirin, avdana bi şêwaza reşandinê, ji bo kêmkirina zirarê û misogerkirina berdewamîya hilberînê.
El-Hesen bal kişand ser giringîya hevkarîyê bi sazîyên peywendîdar re û şopandina rênimayên teknîkî, wek: Rakirina gîyayên zîyanbexş, reşandina materyalên ku hêz û xweragirîya şînahîyê zêde dikin, û şewitandina bermayîyên şînkayê di zevîyan de ji bo kêmkirina bandora sermayê û parastina selametîya berheman.