Şam-SANA
Rêxistina HSDê peymana agirbestê binpê kir û duh Yekşemê, bi zêdetirî 25 dronên xwekuj ên ji celebê FPV, xalên belavbûna artêşê li derdora devera Kobanîyî (Eyn el-Ereb)ê û malên welatîyan û rêyên wan li nahîyeya Sirînê kirin armanc, di encamê de jî çend kes birîndar bûn.
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê ragihand ku ev tûjkirina rewşê ji hêla rêxistina HSDê ve, her wiha bûye sedema têkşikandina 4 wesayîtên artêşê.
Desteya Operasyonan bal kişand ser wê yekê ku HSDê rêya M4 û gundên derdora wê jî çend caran kirine armanc û di encamê de çend kesên sivîl birîndar bûn.
Her wiha hate dîyarkirin ku di berdewamîya sîyaseta girtinên sîstematîk de li dijî welatîyan, rêxistina HSDê hinek malbat li derdora gundê Şiyûxê dorpêç kirine bi armanca girtina kurên wan; ev yek veguherî pevçûnan bi welatîyan re û di encamê de çend kes birîndar bûn.
Desteya Operasyonan li dawîyê tekez kir ku Artêşa Sûrîyê vêga vebijarkên xwe yên meydanî wek bersivdana li ser armancgirtina welatîyan û xalên artêşê dinirxîne û dê tiştê pêwîst pêk bîne.

