Şam-SANA
Wezîrê Peywendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan, Ebdulselam Heykel, tekez kir ku wezaret niha li gorî planeke stratejîk a demdirêj dixebite, bi armanca ku Sûrîyê bike navendeke herêmî ji bo veguhestina daneyan û girêdana dewletan bi hev ve, di rêya pêşxistina binesazîya dîjîtal re.
Di hevpeyvînekê bi rojnamevanan re di Pêşangeha Teknolojîya Bilind a Sûrîyê ʺSyria High Techʺ de, Wezîr Heykal dîyar kir ku wezaretê dest bi projeyên “Silklink” û “BarqNet” ji bo pêşxistina binesazîya înternetê li welêt kiriye.

Wezîr got ku dema tora sereke temam bibe dê projeya “BarqNet” bi “Silklink” ve were girêdan, û ev yek dê bihêle xizmeta înternetê ya xurt, aram û ewle li seranserê Sûrîyê bedrest bibe.
Nûjenkirina Binesazîyê û Berfirehkirina Xizmetguzarîyan li Hemû Parêzgehan
Wezîr Heykal dîyar kir ku xebat ji bo nûjenkirina binesazîya peywendîyan berdewam e, û burcên peywendîyan dê li tevaya deverên ku lê tunene werin danîn ji bo înternêteke baş bi nirxekî guncaw ji welatîyan re peyda bibe.

Tê zanîn ku 11emîn gera Pêşangeha Teknolojîya Zanyarî û Peywendîyan ya ʺSyria High Techʺ berî du rojan li Bajarê Pêşangehan li Şamê dest pê kir, û nêzî 225 alîyên herêmî, Ereb û navdewletî yên di warê teknolojî, peywendî, dîjîtalkirin û zîrekîya destkar de tê de beşdar bûne.
