Şam-SANA
Rif’et El-Esed îro Çarşemê koça dawî kir, lê şûmayin giran ji xwîn û gendelîyê di bîra Sûrîyan de hiştin. Di nava kiryarên wî de ya herî berbiçav Komkujîya Hemayê ya sala 1982an e ku tê de zêdetirî 40 hezar kes bûn qurbanî, ligel Komkujîya Zîndana Tedmurê ya sala 1980yî.
Rif’et bi rêya “Seraya El-Difa’”ê, serokatîya hêzeke serbazî ya paralelî artêşê dikir ku hejmara wan dighîşt 40 hezar endamî, û bandora wî gihîştibû nav sazîyên sivîl ên dewletê jî.
Di sala 1984an de, hewl da li dijî birayê xwe Hafiz El-Esed desthilatê bi kotekî bixe destê xwe de, ku ev bû sedema sirgûnkirina wî bo derveyî welat.
Di dema mana xwe ya li Ewropayê de, wî împeratorîyeke darayî ya mezin a milk, veberhênan û ragihandinê ava kiribû, bi bikaranîna pereyên ku ji xezîneya giştî hatibûn komkirin.
Di sala 2020an de, dadgeheke Fransî ew bi tawanên “şûştina pereyan” û “dizîna malê giştî” mehkûm kir û dest danî ser milkên wî. Paşê hat ragihandin ku wî beşek ji van pereyan vegerandine Sûrîyê.
Bi mirina wî re, pelê kesekî ku navê wî bi sitemkarî, dewlemendîya neyasayî û birîneke ku hîn di wijdana Sûrîyan de vekirî ye ve hatiye girêdan.