Şam-SANA
Wezareta Navxwe piştrast kir ku ew bi girîngîyeke mezin daxwazên xelkê gundên gundewarê rojava û bakur li parêzgeha Siweydayê yên derbarê vegera wan bo mal û gundên wan dişopîne. Wezaretê tekez kir ku ev dosya herî li pêş e, ji ber berpirsyarîya wê ya niştimanî li hember hemû niştecihên parêzgehê.
Her wiha wezaretê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Yekşemê, piştgirîya xwe ya berdewam ji bo vegera welatîyan bo herêmên wan dûpat kir û destnîşan jî kir ku hêzên ewlehîya navxweyî kar dikin ji bo dabînkirina jîngeheke ewle ya pêwîst, da ku aramî û parastina mal û milkên wan misoger bibe.
Wezaretê hişyarî da ku nabe êş û azarên xelkê bibin mijara bikaranînê ji hêla ti alîyekî ve. Dîyar jî kir ku hin komên deryasayî di dema borî de hewl dan vê dozê ji bo bidestxistina berjewendîyên berteng bi kar bînin, ku ev yek bû sedema dirêjbûna êş û janên koçberan.