Şam-SANA
Wezareta Geşepêdana Îdarî îro Şemîyê biryara avakirina rêveberîyeke navendî di wezaretê de bi navê “Rêveberîya Geşepêdana Çanda Sazûmanî” derxist.
Armanca bingehîn a vê pêngavê, geşepêdan û çespandina çandeke sazûmanî ya nûjen di sazîyên giştî de ye.
Her wiha wezaretê bi biryareke din, Enes Cuma Heşîşo wekî rêveberê Rêveberîya Geşepêdana Çanda Sazûmanî erkdar kir.
Wezaretê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku ev çanda sazûmanî ya ku rêveberî hewl dide biçespîne, xwe dispêre nirxên pîşeyî û rewiştên kar.
Armanc ew e ku ev nirx werin veguhertin bo reftar û kiryarên sazûmanî yên ku piştgirîya başî û kalîteya kar û xizmetguzarîyên giştî dikin.
Ev pêngav dê bibe sedema xurtkirina yekîtî, berpirsîyarî, zelalî, bêalîbûn, dadperwerî û dilsozîya sazûmanî; her wiha dê beşdarî avakirina jîngeheke kar bibe ku piştgirîyê dide geşepêdan û başkirina berdewam.
Li gorî biryarê, ev rêveberî dê berpirsiyarîya amadekirin û pêşxistina çarçove, sîyaset û pîvanên niştimanî yên girêdayî çanda sazûmanî, nirxên pîşeyî û serederîya wezîfeyê di sazîyên giştî de hilde ser milê xwe.
Her wiha dê metod, rênima û amûrên pêwîst pêş bixe da ku nirx û pîvanên reftarê yên pejirandî, veguherin kiryarên sazûmanî yên ku mirov dikare bişopîne û bipîve.