Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mistefa tekez kir ku binpêkirinên dubare yên rêxistina HSDê yên li hemberî peymanan û serhişkîya serkirdatîya wê di cîbicîkirina tiştên li ser hatine lihevkirin de, dewleta Sûrîyê neçar kir ku bersiva jêderên gulebaranê bide û hewl bide gefa berdewam a li ser bajêr bi dawî bîne.
El-Mistefa di hevpeyvînekê de bi kanala “France 24” re îro got: “Hikûmeta Sûrîyê cudahîyê dixe navbera peymana 10ê Adarê, ya ku rê dide endamên rêxistina HSDê ku di nav sazîyên leşkerî û sîyasî yên dewletê de werin tevlîkirin, û peymana 1ê Nîsanê, ya ku banga vekişîna endamên wê ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê dike, yên ku rêxistinê ji sala 2015an ve kontrol kirine.”
El-Mistefa piştrast kir ku hikûmeta Sûrîyê derî li ber çareserîyên sîyasî vedike, lê daxwazên cudaxwaz beşdarî serkeftina qonaxa veguhêz û vegerandina Sûrîyê bo rewşa wê ya asayî nakin.