Şam-SANA
Çareserkirina rewşa 185 kesan
Kampanya ku ji alîyê Wezareta Karûbarên Civakî û Kar ve bi hevkarîya parêzgeha Şamê û ya GundewarêŞamê hatibû destpêkirin, encamên berçav bi dest xistin, ku 185 kesên parsek hatin kontrolkirin, 13 jin di nav wan de hene û yên din hemû zarok in. Ev kes bo navendên ewle da ku ji şeş mehan heta salekê lê bimînin, hatin veguhastin.
Piştgirîya derûnî û perwerdekirin
Navend girîngîyê didin guhertina reftarên wan kesan û piştgirîya wan ji alîyê derûnî ve, û perwerdekirina wanli ser adetên tenduristîyê û çalakîyên hînbûnê û lîstikên bêhnvedanê yên li gor rewşa wan.
Navendên guhdanê
Li Şam û gundewarê wê sê navendên amadekirî hene ji bo pêşwazîkirina zarok û malbatan, ku tê de piştgirîya pizîşkî,derûnî û yasayî tê pêşkêşkirin.
Armanca kampanyê
Armanca vê kampanyê parastina zarokan ji bikaranîna wan ji alîyê keysbazan ve û guhertina nêrîna civakê ji parsekîyê re ye, her wiha ji boxurtkirinatevlêkirina wan kesan di nav civakê de.





