Sendîkaya Endezyarên Sûrî biryara zêdekirina mûçeyên xanenişîniyê yên endezyarên xanenişîn û mîratgirên wan bi rêjeya %50 pejirand ku dê ji yekê meha Temûza bê ve were cîbicîkirin, ev yek jî bi armanca baştirkirina rewşa debara jîyanê û xurtkirina aramîya civakî ya wan tê kirin.
Serokê Sendîkaya Endezyaran Malik Hac Elî di daxuyanîyekê de ji nûçegihana SANAyê re dîyar kir ku Encumena Navendî ev zêdekirin îro Duşemê, piştî lêkolîneke darayî ya ji bo bilindkirina dahatên veberhênanê û kontrolkirina lêçûnan pejirandiye, û destnîşan jî kir ku ev zêdekirin di heyama kêmtirî salekê de wek ya duyemîn tê hesibandin.
Ev zêdekirin dê bloka mûçeyên salane ji 80 milyar lîreyên Sûrî (5.7 milyon dolar) bi zêdekirina 2.85 milyon dolarî bilind bike, da ku bloka giştî bibe 8.6 milyon dolar, ligel berdewamîya sendîkayê di baştirkirina mûçeyan de bi awayekî dewrî li gorî geşbûna dahatan.