Şam-SANA
Rêveberê Rêveberîya Konsulxaneyê Mihemed Ye’qûb El-Omer rawestandina demkî ya xizmetguzarîyan li nivîsgehên parêzgehan heta yekşema bê 4-1-2026 ragihand, ji bo bidawîkirina rênimayên teknîkî yên girêdayî guhertina diravê Sûrî yê nû.
Hola konsulxaneyê li Şamê xizmetguzarîyên xwe wek her car berdewam dike, ji bilî yê ku pêdivîya wan bi dana bacê bi dolarê Amerîkî heyî, yên ku li Şamê û li hemû parêzgehan rawestîyane ji ber rawestandina karên darayî yên bi wan ve girêdayî di her du bankên navendî û bazirganî de.
Ev karûbar piştî ragihandina rêveberê banka navendî ya Sûrîyê ya rênimayên cîbicîkirina diravê nû tên, her weha piştrast kir ku destpêkirina kar bi diravê nû wê ji serê salê ve be tevî dabînkirina hêsankarîyê di guhertinê de bi rêya hezar navendên taybet be.