SANA – Şam
Yekîtîya Xwendevan û Ciwanên Demokratji bo cara yekem li Şamê bi boneya Roja Ala Kurdistanê, li hola ‘Cewheret El-Rebweyê û bi sponserîya kanala Kurdistan TV şahîyek li dar xist.
Endamê Ofîsa Sekreterîya Yekîtîya Xwendevan û Ciwanên Demokrat ên Rojavayê Kurdistanê Ehmed Haco, ji “SANA Kurdî” re ragihand: “Ew wek Yekîtîya Xwendevan û Ciwanên Kurd, şaxa Şamê, ji bo cara yekem Roja Ala Kurdistanê bi erêkirin û pîrozkirina Hikûmeta Sûrîyê pîroz dikin.”

Haco destnîşan kir ku hejmareke mezin ji welatî û nûnerên gelek alîyan beşdarî şahîyê bûn, di nav de Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) û serkirdatîya wê, Encumena Xwecihî li Şamê, kesayetên hiqûqî, rêxistinên jinan û xwendekar.
Her wiha di şahîyê de Mamoste Mihemed Welî, endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel, û mêvanên din wekî Ekrem Heso ji “Tevgera Sûrîya Paşerojê” beşdar bûn. Di şahîyê de gelek Kurdên Sûrîyê û Ereb jî amade bûn.








Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) li Efrînê Ala Kurdistanê Pîroz Dike
Her wiha Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) û Partîya Demokrat a Kurdistanê li Efrînê, ji bo cara yekem di dîroka Sûrîyê de bi şêweyekî fermî û bi erêkirina Hikûmeta Sûrîyê, Roja Ala Kurdistanê pîroz kirin.
Tê zanîn ku Kurd li seranserê cîhanê her sal di 17ê Kanûna Pêşî de Roja Ala Kurdistanê bi coş û xiroş pîroz dikin, şahî û ahengên kêfxweşîyê li dar dixin.





