Şam-SANA
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê li Sûrîyê, encamên ezmûna nivîskî ya taybet bi derfetên kar eşkere kirin.
Desteyê îro Sêşemê di daxuyanîyekê de li ser kenala xwe ya Telegramê zelal kir ku pileya serkeftinê wek 50% hatiye dîyarkirin. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku dê di demeke nêz de xişteya dîdarên kesane û rênima ji bo kesên serkeftî bên ragihandin.