Şam – SANA
Wezareta Hundirîn daxwaz ji welatîyan kir ku ahengên pîrozkirina Cejna Rizgarkirinê bi rengekî berpirsyarane li dar bixin, dûrî berdana guleyan, û nîşandana ku her kes giringîyê dide aramî û saxlemîya hemî welatîyan .
Wezaretê îro di daxuyanîyekê de tekez kir ku divê derbirîna şahîyê bi rêyên ewle be, jîyan û mal û milkên giştî parastî bin. Destnîşan jî kir ku berdana guleyan binpêkirineke qanûnî ya giran e, û pîrozkirina ewle berpirsyarîyeke hevpar a hemû endamên civakê ye.
Ev rênima di çarçoveya ahengên gelêrî de ne, yên li hemû bajarên Sûrîyê bi boneya bîranîna yekem a rizgarîkirina welat ji rejîma têkçûyî tên lidarxistin, û gelê Sûrîyê vê helkefta niştimanî wek serkeftina şoreşa azadîyê dibîne, ya ku bi dehên salan e li dijî zordarî û stemkarîyê ji bo avakirina paşerojeke aram û geş berdewam e.