Şam – SANA
Di hefteya yekem a vê mehê de, 74 tîmên medyayî ku ji 119 rojnamevanên ji 24 welatan pêk dihatin, gihiştin Sûrîyê da ahengên yekemîn salvegera Cejna Rizgarîya ji rejîma hilweşîyayî, rûmal bikin.
Wezareta Ragihandinê dîyar kir ku şandeyên medyayî ji welatên Erebî û Bîyanî hatin, di nav de Libnan, Tirkîye, Fransa, Brîtanya, Amerîka, Keneda, Brezîlya, Almanya, Misir, Iraq, Tûnis, Urdun, Filistîn û hin welatên din jî hebûn.
Dezgehên medyayê yên Erebî û Navneteweyî—wek: Al Jazeera, Al Arabiya, BBC Erebî, TRT, Monte Carlo International û Asharq News— ahengên gel bi weşanên zindî û rûmalên berfireh pêk anîn, û tekezî li ser wê yekê kirin ku ev salveger guhertineke girîng bû, hêvîyên Sûrîyan ji bo pêşerojeke aramtir bi ser xistin.