Şam-SANA
Komara Erebî ya Sûrîyê bi awayekî herî tund serdana deryasayî ya Serokwezîrê Îsraîla Dagirker, Wezîrên Bergirî û Derve û hin berpirsên din ên Îsraîla Dagirker bo başûrê Sûrîyê şermezar kir û ev yek wek binpêkirineke metirsîdar li ser serwerîya welêt û yekîtîya axa wê hesiband.
Wezareta Derve û Penaberan di daxuyanîyeke çapemenîyê de tekez kir ku ev serdan hewldaneke nû ye ji bo sepandina rewşeke defakto ya dijî biryarên Encumena Ewlekarîyê yên têkildar û cihê xwe di çarçoveya polîtîkayên Îsraîlê de digire ku armanc dikin dijmindarîya xwe xurt bikin û binpêkirina axa Sûrîyê berdewam bikin.
Wezaretê got: “Sûrîye daxwaza xwe ya tund ji bo derketina dagîrkerîya Îsraîlê ji axa Sûrîyê dubare dike û tekez dike ku hemî tedbîrên ku Îsraîla Dagirker li başûrê Sûrîyê werdigire betal û ne derbasdar in û li gorî qanûnên navneteweyî ti bandoreke qanûnî çênakin.”
Wezaretê bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyarîyên xwe bi cih bîne û pêşî li kiryarên Îsraîla Dagirker bigire û wê mecbûr bike ku bi tevahî ji başûrê Sûrîyê vekişe û li peymana ragirtina şer a 1974an vegere, her wisa pişt rast kir ku Sûrîye dê parastina serwerîya xwe û mafên xwe yên jêneger berdewam bike heta ku hemî axa xwe vegerîne.