Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Wezareta Karên Derve Deqê Nexşerêya Çareserkirina Krîza Siwêdayê û Aramîya Başûrê Sûrîyeyê Belav Kir
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Wezareta Karên Derve Deqê Nexşerêya Çareserkirina Krîza Siwêdayê û Aramîya Başûrê Sûrîyeyê Belav Kir

Wezareta Karên Derve Deqê Nexşerêya Çareserkirina Krîza Siwêdayê û Aramîya Başûrê Sûrîyeyê Belav Kir

Hat weşandin: 2025/09/17 8:44 PM
Hat nûkirin: 2025/09/17 8:46 PM

Şam-SANA

Wezareta Derve û Koçberan daxuyanîyek der barê “Nexşerêya Çareserkirina Krîza Siwêdayê û Aramîya Başûrê Sûrîyeyê” de weşand, ku di civîneke sêalî de li Şamê ji alîyê Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen El-Sefadî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyeyê Thomas Barrack, hat pejirandin.

Her weha Wezareta Derve da xuyakirin jî ku di civînê de nexşerê wekî rêya çareserkirina krîza Siwêdayê hatiye pejirandin, ew yek jî li ser bingehê yekparçeyîya xaka Sûrîyeyê û ku hemî Sûrî di maf û erkên xwe de li welatê xwe yeksan in.

Ev jî deqê “Nexşerêya Çareserkirina Krîza Siwêdayê û Aramîya Başûrê Sûrîyeyê” ye ya ku her sê welatan li hev kiriye ku hevkarîyê di pêkanîna wê de bikin:

Sûrîya, Urdun û Amerîkayê li ser “Nexşerêya Çareserkirina Krîza Siwêdayê û Aramîya Başûrê Sûrîyeyê” li hev kir û wan tekez kir ku aramîya Sûrîyeyê stûnekî aramîya herêmê ye.

Her sê welat soz didin ku bi hev re bixebitin da ku alîkarîya Sûrîyeyê bikin ku pêşerojeke aştîyane û aram ava bike. Her weha piştgirîyê bidin hewldanên jinûveavakirinê yên ku ewlehî, yekîtî û serwerîya wê diparêzin û hêvîyên gelê Sûrîyeyê pêk tînin.

Wek din jî, bi hemahengî digel hevkarên xwe, pêvajoyeke sîyasî ya berfireh a bi serokatîya Sûrîyeyê pêşve bibin da ku sazîyan ji nû ve ava bike û nûnertîya hemî Sûrîyan û wekhevîya di nav wan de li ser bingehê hemwelatîyê misoger bike.

Urdun û Amerîka dê piştgirîyê bidin hikûmeta Sûrîyeyê bo têperandina zehmetîyan, nemaze di warê jinûveavakirin, dij-terorîzm, bidawîkirina cudahîyên civakî û bidestxistina lihevhatina neteweyî.

Ev pabendbûn jî vîneke hevpar a xweragirîya di piştgirîya pêşeroja Sûrîyeyê de nîşan dide. Ji xwe Urdunê di Tîrmeh û Tebaxa 2025an de mêvandarîya civînên Emmanê kiribû û tê de ev nexşerê hatibû pejirandin.


Her sê welatan li hev kir ku ew bûyerên nexweş ên ku vê dawîyê li Siwêdayê rû dan, ji bo têperandina wan, bi hewceyî danîna rêbazeke berfireh li gorî van pernsîban e:

  • Siwêda beşek ji xaka Sûrîyeyê ye û welatîyên wê di maf û erkên xwe de wek hev in.
  • Têkbirina krîza bawerîya di navbera hikûmetê û parêzgehê de bi hewceyî rêbazeke hêdî ye.
  • Piştî hevdîtinên Emmanê, Urdun û Amerîkayê girîngî da gav û nêrînên hikûmeta Sûrîyeyê.

Ji bo pêkanîna xalên jêrîn, her sê welatan li hev kir ku bi lez di çarçoveya parastina yekparçeyî û serwerîya Sûrîyeyê de, hevkarîyê di pêkanîna wan de bikin:

  • Vexwendina Komîteyeke Serbixwe ji bo vekirina tehqîqê der barê bûyerên Siwêdayê û sizakirina berpirsyaran.
  • Berdewamîya gihandina alîkarîyên mirovî û bijîşkî.
  • Vegerandina xizmetguzarîyên bingehîn.
  • Şandina polîsan ji bo ewlehîya li ser rê û sînoran were misogerkirin.
  • Vekişîna şervanên sivîl.
  • Berdana kesên girtî û revandî.
  • Ji nû ve avakirina gundên zîyandar.
  • Têkoşîna li dijî devjenî û gotegotan.
  • Piştgirîya hewldanên lihevhatinê bi tevlêbûna hemî pêkhateyên civaka herêmî.
  • Avakirina hêzeke polîsan û encûmeneke parêzgehê ku hemîyan temsîl bike.

Her weha hemî alîyan piştrast kir ku Siwêda beşekî yekgirtî yê xaka Sûrîyeyê ye û çareserî di yekîtîya neteweyî de digel danîna rêbazeke hevgirtî ji bo çavdêrîya pêkanîna nexşerêyê ye.

Wezareta Hundirîn dê Sibê Nasnameya Dîtbarî ya Nû ji bo Wesayîtên Xwe Ragihîne
​UNICEF: 6.9 Milyon Zarokên li Sûrîyê Pêdivîya Wan bi Alîkarîya Mirovî Heye
Komîteya Neteweyî ya Çavnêrîya Heyvê li Sûrîyê: Pênşem 19ê Sibatê roja yekê ya meha Remezanê ya sala 1447ê Koçî ye
Wezareta Peywendîyan Gihîştina Malperên Şertanê û Qumarê Rawestand
Komîteya Bilind a Endezyarîya Petrolê Belgenameya Damezrandinê Pejirand
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:SiwêdaWezareta Karên Derve
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Sûrîye Beşdarî Nehemîn Hefteya Avê ya Qahîreyê Dibe

November 1, 2026

​Li Bajarê Dêrezorê Karên Nûjenkirina Pira Axî bi Dîzayneke Nû Dest Pê Dike

November 1, 2026

Fermandarîya Ewlehîya Navxweyî ya Hemayê 150 Pasevanan Digihîne

November 1, 2026

Li Hindek Deveran li Parêzgeha Hesekê Parzûngehên Neftê yên Seretayî Hatin Rakirin

November 1, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?