Beyrût-SANA
Wezîra Karûbarên Civakî û Kar Hind Qebwat tekezî li ser girîngîya xurtkirina têkilîyên di navbera Sûrîyê û Lubnanê de kir, li ser bingeha rêzgirtina hevbeş ji bo bidestxistina asta herî bilind a hevkarî û hevparîyê di navbera her du welatan de.
Di dema beşdarbûna xwe di duyemîn civîna diwazdehemîn a konferansa “Jinên li ser Xetên Pêşin (WOFL)” de li Beyrûta paytexta Lubnanê, Qebwat destnîşan kir ku rejîma berê Sûrîyê di bin sifirê de hişt û “em piştî azadîyê hewl didin ku her tiştî ji nû ve ava bikin.”
Wezîra KarHindQebwat got: “Ez silavan li hemû jinên Sûrîyê dikim ji ber rola wan a berbiçav di salên şoreşê de û piştî wê di parastina hevgirtina civakê de.”
Navborî dîyar kir ku hejmara penaberên ku piştî azadîyê vegerîyane Sûrîyê gihîştiye milyonek û 800 hezar kesî û ew nirxeke mezin a mirovî û aborî ne ku divê were pêşxistin.
Konferansa “Jinên li ser Xetên Pêşin” ku ji alîyê sazîya May Chidiac – MCF Media Institute ve bi hevkarîya Hêzên Jinên Neteweyên Yekbûyî – UN Women, û di bin çavdêrî û amadebûna Serokwezîrê Lubnanê de hat organîzekirin, armanc dike ku rola jinê li Lubnanê û cîhana Erebî ji nû ve zindî bike.