Şam -SANA
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Lêgerînê, wek beşekî ji hewildanên jinavbirina gendelîyê û vegerandina malê giştî, eşkere kir ku binpêkirinên yasayên gumrikê yên têkildarî hawirdekirina hesin di sala 2016an de gihîşt zêdetirî 16 milyon dolarî.
Desteyê da xuyakirin ku lêpirsînan eşkere kir ku di rêya belgeyên sexte re jêdera şîşên hesin ên ku giranîya wan dighêje 6.2 milyon kiloyî, hatiye guhertin, kesê peywendîdar piştî lêkolîna teknîkî li xwe mukur hat ku binpêkirin heye.
Desteyê dît ku ev kiryar cureyek ji qaçaxî û binpêkirinên yasayên gumrikê yên derbarê jêderê ye, ji bo w jî, desteyê hin tedbîr standin ji bo vegerandina mal û sizdana sûcdaran.