Şam-SANA
Wezareta Navxwe ya Sûrîyê sepana xwe ya dîjîtal a nû “Dengê te gihişt” (Soutek Wesel) da destpêkirin, da ku welatî karibin bi lez û hêsanî û ji her derê bigihîjin xizmetên wê yên fermî.
Wezareta Navxwe li ser hesabê xwe yê Telegramê dîyar kir ku ev sepan derfetê dide ku mirov li ser qedexeya geştê (qedexeya derketina derveyî welêt) bipirse, rewşa kesên girtî bişopîne û gilîyên xwe bişîne û rasterast bişopîne.
Wezaretê destnîşan kir ku meriv dikare sepanê bi rêya vê lînkê daxîne.
Ev gav di çarçoveya hewldanên Wezareta Navxwe de tê ji bo meşa ligel veguhertina dîjîtal û pêşxistina kar, da ku bidestxistina xizmetan di her demê de û li her cihî hêsantir bibe.