Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xettab li navenda wezaretê, bi amadebûna hejmarek ji berpirsên wezaretê, pêşwazî li şandeke ji rîspîyên bajarê Tedmurê kir. Ev hevdîtin di çarçoveya xurtkirina peywendîyên di navbera Wezareta Navxwe û civaka xwecihî de pêk hat.
Li gorî kanala Telegramê ya Wezareta Navxwe, di hevdîtinê de rêyên xurtkirina ewlehî û aramîyê û parastina sivîlan li herêmê hatin gotûbêjkirin. Her wiha, pêşxistina xizmetguzarîyan ji bo misogerkirina ewlehîya welatîyan û vegera jîyana asayî bo Tedmur û derdora wê, ji ber girîngîya wê ya erdnîgarî û dîrokî, hate nîqaşkirin.
Her wiha tekezî li ser piştgirîkirina destpêşxerîyên ku armanca wan xurtkirina hevkarîya di navbera alîyên fermî û civaka xwecihî de ye, hate kirin.





