Şam-SANA
Wezareta Dadê ragihand ku ezmûnên nivîskî ji bo berbijêrên qebûlkirî di pêşbirka tayînkirina hejmarek parêzerên Sûrî bo karê dadwerîyê de, dê di 1ê Mijdara bê de li Koleja Hiqûqê ya Zanîngeha Şamê werin lidarxistin.
Ezmûn heşt madeyên qanûnî yên sereke li xwe digirin: Qanûna Medenî, Qanûna Cezayê, Usûlên Dadgehên Medenî, Usûlên Dadgehên Cezayê, Qanûna Rewşa Kesane, Qanûna Beyanatan, Qanûna Bazirganî û Qanûnên Bankan.
Li gorî biryara wezaretê, pileya giştî ya ezmûnan 30 e, û ji bo serkeftinê divê herî kêm 20 pûan werin bidestxistin.
Biryarê her wiha sê rojên zêde wek mohlet da wan parêzerên ku nikarîbûn belgeyên xwe temam bikin, û tekez kir ku weşandina biryarê wek ragihandineke fermî ya kesane tê hesibandin.
Di biryarê de hat gotin ku dema ezmûnên devkî û hevdîtinên kesane ji bo kesên di ezmûna nivîskî de bi ser kevin, dê paşê were ragihandin û dê li ber Encumena Bilind a Dadwerîyê were kirin.
Hejmara berbijêrên ku ji bo pêşbirkê hatine pejirandin gihiştiye 462 parêzerên mêr û jin, ku li ser şaxên sendîkayên parêzeran li parêzgehên cuda yên Sûrîyê hatine belavkirin.