Şam-SANA
Dadwer Cîhad El-Dîmeşqî, serokê Komîteya Navendî ya Lêkolîna Rewşa Karmendên ku bi awayekî nerewa ji sala 2011an û vir ve ji kar hatine derxistin, piştrast kir ku hejmara wan kesan gihîştiye nêzî 80 hezarî, 75 hezaran ji wan ji bo vegera kar daxwazname pêşkêş kirine.
Her weha dîyar kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê ji welat re pir girîng e ji bo bicîanîna edaleta veguhêz bi rêya planeke berfireh ji bo qerebokirina zerermendan û vegerandina mafan bi rengekî dadane.
Komîte li gor nêrîneke mirovahî û yasayî kar dike, her dosyekê bi tena wê vedikole û ew dema ku karmend ji kar dûr maye wek dema wî ya karkirinê tê hesêbê û zîyanê nagihîne xanenişînîya wî.