ŞAM – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ serdana Katedrala Meryemîyê li Şama Kevn kir û li Navenda Patrîkxaneyê bi Patrîkê Antakyayê û tevahîya Rojhilatê yê Rûmên Ortodoks, Patrîk Yûhennayê Dehem Yazicî re civîya.
Di civînê de, Serok El-Şeri’ derbarê rewş û jîyana pêkhateya Mesîhî de agahî wergirtin.
Ev serdan weke nîşana xwesteka hevpar ji bo bihêzkirina nirxên niştimanî û xurtkirina hevgirtina di navbera pêkhateyên welêt de hate nirxandin.






