Idlib-SANA
Li devera Kefer Marsê li Çîyayê Simaqê li gundewarê Idlibê, hin kesên nenas bi motorsîkletê êrîşî otomobîleke sivîl kirin û di encamê de du welatî şehîd bûn û pêncên din jî bi awayên cuda birîndar bûn.
Rêveberê Rêveberîya Asayîşa Navxweyî li navçeya Haremê ya Idlibê di daxuyanîyekê de ji SANAyê re ragihand ku lêkolîn ji bo eşkerekirina hûrkarîyên bûyerê didomin û destnîşan jî kir ku hêzên ewlekarîyê ji bo destnîşankirina sûcdaran û darizandina wan hewlên mezin didin, da ku ewlehîya welatîyan û aramîya deverê biparêzin.