Şam-SANA
Serokê Komara Erebî ya Sûrîyeyê, Ehmed El-Şara’, bi beşdarîya Wezîrê Karên Derve û Koçberan, Es’ed Hesen El-Şeybanî, bi hejmarek balyozên welatên Ereb ên dost û nêzîk re civîya û bi wan re li ser rêbazên pêşxistina hevkarîya hevbeş da û stend.
Di civînê de, Serok El-Şara’ li ser girîngîya berfirehkirina qadên hevrêzî û pêşxistina rêyên têkildarîyê sekinî û tekez kir. Li alîyê din jî, balyozan dilxwazîya welatên xwe ji bo berdewamkirina xebata hevbeş ji bo xizmetkirina berjewendîyên hevbeş û xurtkirina têkilîyên biratî û dostane piştrast kirin.








