Eman-SANA
Fermandarîya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Urdinê, îro roja Înîyê, ragihand ku wan bersiva mûşek û dronên ji Îranê hatibûn û Şaneşîna Urdinê armanc dikirin daye û ew xistine xwarê.
Çavkanîyeke leşkerî ya berpirsyar di Fermandarîya Giştî de, di daxuyanîyekê de ku li ser malpera fermî ya Artêşa Urdinê hat weşandin, got: “Pergalên berevanîya asmanî û balafirên hêza asmanî ya şaneşînî, îro heft mûşek û şeş dronên ji Îranê hatibûn û axa şaneşînê armanc dikirin, xistin xwarê”. Her wiha lê zêde kir: “Operasyona astengkirin û xistina xwarê tu zîyanên mirovî an madî tomar nekirine”.
Daxuyanîyê destnîşan kir ku tîmên Çekên Endezyarîyê yên şaneşînî berê xwe dane cihên ku parçeyên mûşekan lê ketine, bi wan mijûl bûne û dever li gorî rêkarên teknîkî û ewlehîyê ewle kirine, û tekez kir ku hêzên çekdar çavdêrîya asmanî ya şaneşînê dikin, û di asta herî bilind ya amadebaşîya operasîyonan de ne, ta ku danûstandinê bi rûbirûbûna çi metirsîyeke ku ewlekarîya welat û welatîyan armanc dike, bikin.