Waşington – SANA
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Sêşemê ragihand ku zêdetirî 10 hezar leşkerên Amerîkî û 10 keştîyên şer, ligel bi dehan balafiran, erka ferzkirina dorpêçê li ser benderên Îranê pêk tînin.
“CENTCOM”ê serkeftina 24 saetên yekem a dorpêça li ser Îranê ragihand; ku rê li ber keştîyan hat girtin ku dorpêçê bişikînin û 6 keştîyên bazirganî neçar bûn ku vegerin. Û tekez kir ku dorpêç hemû keştî û benderên Îranê li xwe digire, ligel misogerkirina azadîya gerîyana deryayî ji bo keştîyên ku di Tengava Hirmizê re ber bi benderên ne-îranî ve diçin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh Duşemê, ferzkirina dorpêçeke deryayî li ser keştîyên ku ber bi benderên Îranê ve diçin an ji wan derdikevin ragihandibû, ev yek jî piştî têkçûna danûstandinên navbera Waşington û Tehranê di roja Şemîya borî de hat.