Bexda – SANA
Serokwezîrê Iraqê Elî El-Zeydî fermana pêkanîna encumeneke lêpirsînê derbarê Fermandarîya Operasyonên Parêzgeha Mîsanê da, piştî ku hat piştrastkirin ku dronên ku hêla borîya petrolê ya li Erebistana Siûdîyê kiribûn armanc, ji cihekî li nava vê parêzgehê rabûne.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Sebah El-Numan di daxuyanîyekê de ku îro Şemîyê ji alîyê Ajansa Nûçeyan a Iraqê ve hat weşandin, got ku El-Zeydî her wiha fermana dûrxistina fermandarê operasyonên parêzgehê ji erkê wî daye.
El-Zeydî berê jî xwestibû ku derbarê hûrgilîyên êrîşa li ser Erebistana Siûdîyê û alîyên li pişt wê lêpirsîneke lezgîn bê vekirin û rêkarên yasayî li dijî hemû kesên ku destê wan di vê êrîşê de hebe bên wergirtin.